Em Biryara Bidarvekirina birêz Hebîbullah Letîfî
bi tundî Şermezar dikin
Xwendevan û çalakvanê mafê mirovan, Hebîbulah Letîfî li benda îdamê ye
Hebîbulah Letîfî ciwanekî 27 salî û ji bajarê Sine(Senendec) li rojhelatê Kurdistanê û temenê wî 27 sal e. Ew yek ji çalakvanên parastina mafê mirovan yê Kurdistanê ye. Ji xeynî wê ew yek ji çalakvanên sivîl li bajarê Sine û di saziyên çandî yên weke „ Çiya“, „ Şaho“ û „ Jiyanewe“ da bi xurtekî aktîv bûye.
Hebîbulah Letîfî xwîndevanê para hiqûqê li zanîngeha bajarê Îlamê ye, yê ku berî salekê li bajarê Sine ji aliyê asayîşa Îranê ve hate girtin. Piştî zêdetir ji salekê, ku şikenceyên giran li wî hatin kirin, ji aliyê dadgeha şoreşa islamî ya Îranê ve bi îdamê hat mehkumkirin.
Rayedarên komara îslamî li Îranê demek e, ku li dijî bîr û ramanên azadîxwazî û daxwaza mafên wekhev li Îranê bi giştî û li rojhelatê Kurdistanê bi taybetî dest bi girtin, şikence û îdamkirina ciwanên Kurd kiriye.
Ji roja ku Hebîbulah Letîfî ji aliyê asayîşa Îranê ve hatiye girtin li pey şikenceyên giran xwînrêjiya hundirîn di gulçîskên wî da çêbûye, serê wî hatiye şkandin, rûyê wî birîndar û heta çend cara bi hêceta standina îtrafê ew li pêşberî endamên malbata wî û girtiyên din reswa û şikenceyên fizîkî-rûhî bi şêweyên giran li dijî wî pêk anîne.
Herwiha niha tenduristiya Hebîbulah Letîfî pir xerab û çend nexweşiyên din yên weke asmayê jî di girtîgehê da ew xistine rewşeke tejî tehlûke. Ji hêla din ve jî ew ji ber êşa giran ya li pey şikestina hestiyên xwe di rewşeke pir xerab da rojên giran derbas dike.
Tawanên ku Hebîbulah Letîfî ji aliyê dadgeha îslamî li Îranê bi wan hatiye tawanbar kirin, ev in:
- Çalakî li dijî haştiya welat û çêkirina tirs û bizdanê bi rêya peqandin an jî bombedayînê li deverên giştî.
- Alîgirî û çalakiyek bi bandor di nava partî an jî rêxistineke siyasî de, ya ku li dijî komara Îslamî li Kurdistan û Îranê aktîv e.
Lê bi şikenceyên giran, yên ku wan li dijî Hebîbulah Letîfî pêk anîne, ev tawan tev berevajî rastiyê tên xuyanîkirin.
Tevî ku parêzerên Hebîbulah Letîfî û gelek rêxistinên mafên mirovan li cîhanê li dijî biryara îdamkirina wî nerazîbûna xwe dane xuyanîkirin, lê dadgeha komara îslamî li bajarê Sine bo cara duyemîn jî hukimê îdama wî erê kirin.
Em jî daxwaza xwe ya li dijî biryara îdamkirina Hebîbulah Letîfî weke hemû rêxistinên civakî û sivîl li Kurdistan û cîhanê didine diyarkirin û bi tundî li dijî kuştina hemû kesekî/e azadîxwaz in, yê ku ji bo mafên mirovan kar û xebatê dike.
Bê goman emê daxwaza piştgîriyê ji PENa Navneteweyî û rêxistinên din î navneteweyî, yên ku em bi hêvîn e, ku ewên bangewazî mîrîya Îranê bikin, da ew vê biryara li dijî nirxên mirovayetiyê bi paş ve bide.
Navenda PENa Kurd
05.03.2009
Têbînî: Bo zanîna we hemû birêzan:
Heya niha li rojhelatê Kurdistanê:
A: Niha bi giştî 8 çalakvanên medenî li Îranê bi îdamê hatine mehkumkirin:
- Ednan Hesenpoor (Rojnamevan)
- Hîwa Botîmar (Rojnamevan û çalakvanê medenî)
- Ferzad Kemanger(Dersbêj, Çalakvanê mafê mirova û çalak di karên sivîl da)
- Enwer Husên Penahî(Mamostayê xwîndingehê)
- Ferhad Wekîlî(Çalakvanê medenî)
- Elî Heyderyan (Çalakvanê medenî)
- Erselan Ûlyayî (Çalakvanê medenî)
- Hebîbulah Letîfî(Xwîndevan û çalkavanê medenî)
B: Herwiha 4 çalakvanên din yên Kurd bi sizayên giran ra hatine mehkumkirin:
- Mihemed Sedîq Kebudvend( Serokê rêxistina mafê mirova li Kurdistanê: 11 sal zindana bi lêdan û şikencê ra)
- Hana Ebdî( Çalak di qada parastina mafên jinan: 5 sal zindana bi lêdan û şikencê ra û sirgûnkirina wê bi Gêrmî li Azerbayicana Şerqî)
- Zeyneb Bayezîdî ( Çalakvana mafê jinan: 4 sal zindana bi lêdan, şikence û sirgûna wê bo bajarê Zencanê)
- Fatime Goftarî (Çalakvana mafê jinan: 18 meh zindana bi lêdan û şikencê ra)
C: Û kesên jêr jî di girtîgehên Îranê da ne û ji qedera wan tu agehdarî tunene:
- Kawe Ciwanmerd ( Rojnamevan)
- Yasir Gulî ( Xwîndevan û çalakvanê medenî)
- Hidayet Xezalî ( Xwîndevan û çalakvanê sivîl)
- Sebah Nesrî ( Xwîndevan û çalakvanê sivîl)
- Ronak Sefazade ( Xwîndevana mafê jinan)
- Mesûd Kurdpor ( Rojnamevan û çalakvanê mafê mirova)
- Kamran Elayî ( Doktor)
- Areş Elayî ( Doktor)













